AKP’YÎ LI SÛCÊN XWE YÊN NÛ ZÊDE DIKIN
ALÎKARÊ BASKÊ CIWANAN Ê AKP’A AMEDÊ BI ÇEKAN GEF XWARIN
Piştî ku 103 amîralan têkildarî Peymana Montro û Qenala Stenbolê danezan weşand,
Alîkarê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Amedê Vedat Demîrtaş, li ser medya civakî bi wêneyên cebilxaneya çekan û kalaşnîkofê gef li amîralan xwar.
AKP’iyê ku xuyaye ji Erdogan re tetikkêşiyê dike hin wêne li ser hisabê xwe yê Twitterê belav kirin.
Di wêneyan de 3 heb keleşnîkof, 2 heb demançe, çekeke êrişê û gelek dûrbîn tên dîtin.
Tetikkêşê Erdogan di twitterê de ev tişt nivîsîn;
“Em li benda amîralên teqawîd in. De haydê. Destan, karê me ne.”
Vedat Demîrtaş ê tetikkêş dema Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’a Amedê bû, li “Cîvîna Serokên Bajaran a Berfireh” ku Erdogan jî amade bû, cih girtibû.
Tetikkêşê ku dil dibijîne kotratiyê piştî nerazîbûnan twittên navborî jê birin.