Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aldar Xelîl: Li herêmê nabe ku du hêzên leşkerî hebin 26.09.2020

 

END. DESTEYA HEVSEROKATIYA PYD’Ê ALDAR XELÎL:

ARMANCA ME EW E KU EM HEMÛ HÊZÊN KURDÎ BEŞDARÎ PÊVAJOYÊ BIKIN

 

Li Rojavayê Kurdistanê ev demeke dirêj e di navbera hêzên Kurdî de hevdîtinên yekitiyê dewam dikin..

Weke gava pêşî Lêvegera Siyasî ya Bilind hat avakirin..

Di rewşeke wiha de, yek ji aliyên pêvajoyê ENKS’ê hê pêwendiyên xwe li gel Tirkiyê û opozîsyona di bin kontrola wê de dewam dike..

Her wiha PDK’ê jî ji nişkê ve li herêma di navbera Başûr û Rojava de hêz û baregehên xwe zêde kirin..

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl li ser van mijaran bersiv da pirsên Ajansa Hawarê..

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl li ser encama pêkanîna yekrêziya hêzên Kurdî, helwesta ENKS’ê ya li hemberî pêvajoyê û tevgera PDK’ê li herêma sînor, ji Ajansa Hawarê re axivî..

Li ser pirsa encama qonaxa duyemîn a hevdîtina di navbera aliyên Kurdî de, Aldar Xelîl ev agahî parvekirin:

Di vê pêvajoyê de sê mijarên girîng lêveger, rêveberî û parastinê hebûn.

Girêdayî lêvegerê em dikarin bêjin ku ev mijar temam bûye û ti astengî li holê nemane. Erka vê lêvegerê ew e ku nûnertiya Kurdan bike.

Ji aliyê nûnertiyê ve, me xwest ku hemû alî cihê xwe di vê lêvegerê de bigirin. Weke perensîp me lihev kiriye ku her alî bi rêjeya ji sedî 40 beşdarî lêvegerê bibe. Rêjeya ji sedî 20 jî wê ji aliyê PNYK û ENKS’ê ve were destnîşankirin.

 

END. DESTEYA HEVSEROKATIYA PYD’Ê ALDAR XELÎL:

ENKS DI REWŞA HEYÎ DE JI BO HILBIJARTINAN NE AMADE YE

 

Li ser guftûgoyên avakirina rêveberiyê jî Aldar Xelîl wiha got:

ENKS’ê demeke dirêj e li derveyî herêmê bû. Ji bo tevlî rêveberiyê bibe nîqaşên berfereh hatin kirin.

Ji bo vê, me dît ku divê destpêkê hilbijartin pêk werin û li gorî encamên wê ENKS awayê tevlîbûna xwe ji Rêveberiya Xweser re nîşan bide. Lê rêveberên ENKS’ê gotin, wê hilbijartin vê gavê ji bo wan zehmet be.

Weke çareserî jî em niha hewld didin beriya hilbijartinan, ENKS beşdarî rêveberiyê bikin.

Divê neyê jibîrkirin ku rêveberî ne tenê ya Kurdan e.

Tê de Kurd, Ereb, Suryan û Turkman hene. Ev rêveberî bi kedeke mezin hatiye bidestxistin û encama têkoşîna gelên herêmê ye.

Mijarên wekî hevserokatî, azadiyê jinê, biratiya gelan û jiyana hevpar rojevên me ên sereke ne.

 

END. DESTEYA HEVSEROKATIYA PYD’Ê ALDAR XELÎL:

LI HERÊMÊ NABE KU DU HÊZÊN LEŞKERÎ HEBIN

 

Aldar Xelîl ragihand ku piştî temamkirina van xalan, ew ê di pêvajoya sêyemîn mijarên ewlehî û leşkerî bigrin dest û ev peyam da:

Tişta ku divê were fêmkirin ev e;

Nabe ku li herêmê du hêzên leşkerî hebin.

Têkildarî pêwendiyên ENKS’ê li gelê Tirkiyê jî Xelîl ev nirxandin kir:

Pêwendiya wan hê jî dewam dike. ENKS’ê hîna endamek di îtîlafa Sûrî de ye. Ji ber wê bawer nakim ku niha helwestekê li beramberî wê nîşan bide.

 

END. DESTEYA HEVSEROKATIYA PYD’Ê ALDAR XELÎL:

TEVGERA DAWÎ YA LI SÎNORÊ BAŞÛR Û ROJAVA CIHÊ FIKARAN E

 

ENKS hewl dide ji mijarên girêdayî Îtîlafa Sûrî û Tirkiyê dûr bikeve.

Li vir lazime ev rastî neyê jibîrkirin, di demekê de ku em ketine pey hewldana pêkanîna yekrêziya Kurdî, dewleta Tirk êrişî hêzên şoreşger ên li çiyayên Kurdistanê dike.

Cih û warên Başûr dagir dike.

Di rewşeke wiha de jî li ser sînorê Başûr û Rojava tevgera pêşmergeyan heye. Ya rast em nizanin bê sedema vê tevgerê çi ye?

Bendewariyên me cûda bûn. Lê tişta îro li aliyê Başûr rû dide berovajî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv