Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aldar Xelîl: Çekdarên girêdayi ENKS’ê li dijî tevgera azadiyê têne bikar anîn 12.01.2021

 

ALDAR XELÎL JI YENÎ OZGUR POLÎTÎKA RE AXIVÎ:
ÇEKDARÊN GIRÊDAYÎ ENKS’Ê LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ TÊNE BIKARANÎN

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê..

Xelîl li ser mijara hewldanên pêkanîna yekrêziya Kurdî li Rojava, ev nirxandin kir:

Em baş dizanin, ENKS’ê heta niha cihê xwe li cem dijminên Rojava girtiye. Li gorî daxwazên dewleta Tirk û biryarên Musliman tevdigere. Dema hatin û gotin ew dixwazin beşdarî rêveberiya Rojava bibin, me bi erênî pêşwazî kir.

Armanc ew bû ku em wan ji bin bandora Tirkiyê derxînin.

Lê bi demê re derket holê ku derdê wan parvekirina rêveberiyê ye. Eşkere ragihandin ku ew li dijî hilbijartinê ne.

Ji ber ku me ev daxwaza wan qebûl nekir, hevdîtin rawestiyan.

Paşê hin mijarin din hatin rojevê.

Wek mînak derbaskirina koma binavê “Pêşmergeyên Roj”.

Ya rast ew kes ne pêşmerge ne.

Vê gavê di destê dewleta Tirk de ne.

Li Şengalê êrişî YBŞ kirin, li herêmên Metîna û Garê li dijî gerîlla hatin bikaranîn. Çawa ku Tirkiyê çeteyên xwe dişîne Lîbyayê, vê komê jî li dijî Rojava, Şengal û gerîlla dide şerkirin.

Lewma ne mumkina ku Rojava hebûna komeke wiha li nava xwe qebûl bike.

ALDAR XELÎL JI YENÎ OZGUR POLÎTÎKA RE AXIVÎ:
LI EYN ÎSA, ŞERVANÊN QSD’Ê RÊ NEDAN KU DAGIRKER YEK GAVÊ PÊŞDE WERIN

Derbarê êrişên dawî li dijî herêma Eyn Îsa û bêdengiya Rûsyayê jî, Aldar Xelîl ev bersiv da:

Li Tirkiyê rêjîma ji aliyê Erdogan û Behçelî ve hatiye avakirin, dagirker û qirker e. Ti qanûnên navneteweyî qebûl nakin. Ji destê wan bê ew ê hemû herêma dagir bikin. Ketine pey xeyalê avakirina “Tirkiya Mezin”

Dawiya Kanûna 2020’an dema ku cîhan ket betlaneya serê salê, dewleta Tirk xwest sûdê ji vê yekê bigre û dest bi êrişan kir.

Plana wan ew bû ku di nava çend rojan de Eyn Îsa bi temamî dagir bikin. Lê şervanên QSD’ê li hemberî wan berxwedaneke mezin nîşan da.

Bêtirî mehekê ye berxwedana QSD’ê dewam dike. Rê nedan ku hêzên dagirker yek gavê jî pêşde werin.

Hem berxwedana şervanan û hem jî helwesta bi rûmet a gelên herêmê, planên wan pûç kirin.

Aldar Xelîl anî ziman ku dema êrişên li dijî Eyn Îsa û Til Temirê, hêzên girêdayî rêjîmê jî li Qamişlo ketin nava hewldanên provokatîf û wiha got:

Li gorî agahiyên li ber destên me, şefê îstîxbarata Tirk Hakan Fîdan li Şamê hin hevdîtin li gel rayedarên rêjîmê pêk anîn.

Dema êrişên li dijî Eyn Îsa û Til Temir, rêjîmê li Qamişlo tevlîhevî derxist. Difikirîn ku ew ê rêveberiya xweser tengav bikin. Lê hesabên wan lihev nekir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv