Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Alavên leşkerî yên ji ser Nacî Kaygisiz hatine rakirin

 

Gerîla TV’yê dîmenê çekên di çalakiya 7’ê Tîrmehê de weşand. Di vê çalakiyê de cenazeyê leşkerê Tirk ê bi navê Nacî Kaygisiz di kontrola gerîlayan de mabû û HPG’ê ji bo cenaze teslîm bike bang li malbata wî kiribû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kiribû di 7’ê Tîrmehê saet di 08.15’an de leşkerên Tirk ên dagirker dema ku xwestina ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdoxan a Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê werin, gerîlayan li leşkeran dabû û 2 dagirker hatibûn cezakirin.

Gerîlayên ji ser dagirkerên bi navê Nacî Kaygisiz û Nûrettîn Tokyurek ev alavên leşkerî rakirin: “Demançeyeke Glock, du tivingên piyade yên HK-416 ên malê Elman, 2 nîşanerkên lazerê, 2 aparatên roniya înfrared a çekan, cîhazeke laserkê ya Aselsanê û gelek alavên leşkerî.

Di vê çalakiyê de cenazeyê leşkerê dagirker ê bi navê Nacî Kaygisiz jî ketibû bin kontrola hêzên me.”

HPG’ê derbarê leşkerê bi navê Nacî Kaygisiz ev daxuyanî dabû “Leşkerê dagirker ê ku di çalakiya 7’ê Tîrmeha 2022’an de miriye û cenazeyê wî di bin kontrola hêzên me de ye, navê wî Nacî Kaygisiz e. Ev leşker endamê hêzên taybet ên Tirk e û derketiye holê ku mirina wî ji raya giştî hatiye veşartin. Wekî ku me berê jî diyar kiribû, kesên ku van leşkeran ji bo seferên dagirkeriyê dişînin Kurdistanê niha jî xwedî li cenazeyê leşkerên xwe dernakevin. Em bang li malbata leşkerê Tirk ê bi navê Nacî Kaygisiz dikin, heke bixwazin em dikarin bi rêya sivîlan cenazeyê kurê wan teslîmî wan bikin. Malbat dikare were navçeya Amêdiyê ya Duhokê ya Başûrê Kurdistanê û bi rêya sivîlan dikarin xwe bigihînin me.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv