Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Alan Meîş: ‘Yek ji xewnên nû yên Erdogan: Til Rifet’

 

ALAN MEÎŞ / WELAT
YEK JI XEWNÊN NÛ YÊN ERDOGAN: TIL RIFET

Piştî dijwarbûna êrîşên Rûsya û rejîma Sûriyeyê li dijî komên çete yên dewleta tirk, bi taybet li derdora Idlibê, cih li serokê dewleta tirk Erdogan teng bû û weke her carê xwest bi gefekê nefesê bide xwe. Di heman wextê de wê hewl bide rê li ber rizgarkirina Efrînê bigire û qaşo hêzên xwe ji çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê biparêze. Her wiha niha rejîma Erdogan di nava krîza aborî û siyasî de fetisî ye û weke berê jî, hewl dide baweriya gelê bi xwe vegerîne û fişara opozîsyona Tirkiyeyê ji ser xwe kêm bike.

Lê xuya ye ji ber van sedeman, vê carê hesabê wî û sûkê li hev nayên.

Li wê herêmê bi giştî 5 hêz hene. Ew jî Rûsya, rejîma Sûriye, Îran, dewleta tirk û Hêzên Rizgariya Efrînê.

Ne pêkan e Rûsya destûrê bide dewleta tirk ku êrîş bike. Ji ber ku Tirkiye hîn li pey lihevkirina pevguhertina herêman e û di dema Rûsya çav berdaye Idlibê de dixwaze bazareke din pêk bîne. Rûsya niha mafê xwe yê di danûstandinên Astanayê de bi kar tîne ku hîn Tirkiye bendên wê peymanê bi cih neaniye. Ji ber diviyabû ku komên çete yên radîkal û yên opozîsyona nerm ji hev cuda kiriba, da ku Rûsya şerê Cebhet Nusra bike. Jixwe di hevdîtinan Putin-Erdogan de mijara vekişîna noqteyên çavdêriyê yên dewleta tirk hatiye nîqaşkirin û hatiye xwestin ku Tirkiye xwe jê vekişîne. Bi vê yekê Rûsya fişarê lê dike.

Rejîma Şamê niha hêzên xwe li wê deverê kom dike û şerê komên çete dike. Her çi qasî îradeya wê ya siyasî tune be jî lê belê hîn jî cihê wê di nava Meclisa Ewlekariyê de heye û dagirkirina Til Rifetê, wê destê koma bi navê opozîsyonê li hemberî rejîmê bi hêz bike û êdî hemû deverên çeteyan bi ser hev vedibin.
Dûrî Til Rifet bi 13 km bajarokên Nubil û Zehra hene. Li van herdu deveran hêzên îranî û alîgirên wan ên şîî hene. Ji lewre pêkanîna êrîşekê li dijî Til Rifetê di serî de ji bo Îranê gelekî xetere ye. Nexasim ku komên çete yên dewleta tirk radîkal in û bi her awayî dixwazin komkujiyan li wan deveran çêkin. Lewma Îran bendekî stûr li pêşiya plana tirk e.

Dewleta tirk van keleman bi giştî nas dike, ji lewre niha hewl dide bi rêya Amerîkayê destûreke êrîşan bistîne û weke kesê pîvaza wî şewitî li benda civîna G20 e, da ku bi serokê DYA’yê Joe Biden re rûnê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv