Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Alan Meîş: ‘Çi li pêşiya Rojava ye?’

 

ÇI LI PÊŞIYA ROJAVA YE?
ALAN MEÎŞ / WELAT

Halê hazir rojavayê Kurdistanê di ezmûna herî zehmet re derbas dibe. Hem ji hêla leşkerî ve û hem jî ji hêla siyasî ve. Bi taybetî piştî dagirkirina Serê Kanî, Girê Spî û Efrînê, rêya ber bi aramkirina herêmê gelekî zehmet bûye. Jixwe ev zehmetî jî hema bêje bi hebûna dewleta tirk a li nava axa Sûriyê ve girêdayî ye.

Lê belê pirsa tê mereqkirin, çima ji destpêka şoreşa Rojava ve dewleta tirk bi awayekî rasterast êrîş nekir û kê rê li ber wê girtibû?

Helbet ev yek bi saya danûstandinên aştiyê yên 2013’han, ango Rojava bi rêya wan danûstandinan karîbû hêza xwe ya leşkerî û siyasî ava bike. Ji lewre ev bû weke kelemekê li pêşiya dagirkirina herêmê. Wê gavê dewleta tirk dît ku herêmeke azad bi serkêşiya kurdan tê avakirin û êdî wê kurd ber bi statuyekê ve herin. Ji ber vê yekê dawî li danûstandinan anî û hema sala 2016’han derbasî nava axa Sûriyeyê bû.

Piştî wê jî bi destûra Rûsya û Amerîkayê sê bajarên din ên vê herêmê hatin dagirkirin û niha jî dewleta tirk gefa êrîşeke din li Til Rifet, Minbic, Eyn Îsa, Til Temirê û carnan qala Kobanê jî dike. Heta niha destûr nehatiye bidestixstin. Gava Erdogan bi serokê DYA’yê Joe Biden re rûnişt, Rûsya bi QSD’ê re tetbîqatên leşkerî li hêla Til Temir û Eyn Îsayê pêk anîn. Ev jî ji Tirkiyê re wekî name bû; hêza Moskov jî li vir heye!

Lê ev nayê wê wateya ku dê Tirkiye ji êrişê vegere, helbet wê her tim di nava hewldanan de be ku derdê xwe derman bike û dê dîplomasiya xwe bidomîne. Di heman çarçoveyê de jî niha 40 hezar çeteyên amade kiriye û ferman daye wan ku dibe di her kêliyê de êriş bike. QSD jî hêzên xwe komî ser hev dike da ku bersivê bide êrîşeke muhtemel.

Lê gelo ji bo ku armancên dewleta tirk pêk neyên çi bijarte li pêşiya QSD’ê û Rêveberiya Xweser hene?

-Xebatên dîplomasî bi hêz bibin û berî dewleta tirk, lihevkirinan bi hêzên bibandor ji bo misogerkirina aramiya herêmê çêbikin.

-Danûstandinên cidî bi rejîma Sûriyeyê re bi serperştiya aliyên navdewletî yekser dest pê bikin.

-Şerê li dijî DAIŞ’ê weke kaxizeke xurt li ser asta navdewletî were bikaranîn, nexasim ku bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê di girtîgehan de ne û ew jî gefeke mezin in.

-Eger hat û dewleta tirk destûra êrîşê bi dest xist, hêza dîplomasî ya siyasî û leşkerî wê xwedî roleke mezin be, nexasim di girtina qada asîmanî ve li pêşiya balafirên şer.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv