Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

AKP bazirganiya mirovan dike

 

AKP’Ê BAZIRGANIYA MIROVAN DIKE
TÊ GOTIN LI PIŞT ŞANDINA MIROVAN BO EWRÛPAYÊ SULEYMAN SOYLU HEYE

Di rojên borî de derketibû holê, ku şaredariya AKP’ê ya navçeya Meletî Yeşîlyurtê 48 kes şandine Almanyayê.

Ev kes 3’yê Îlona 2020’an bi pasaporta grî ya vîze jê re hewce nake, ku walîtî taybet derdixin derbasî Almanyayê bûbûn.

Bi giştî 53 kes diçin û tenê 5 kes vedigerin.

Pasaportên grî jî ji 48 kesan tên standin û mîna ku ji Almanyayê derketibin mohr li wan tê xistin.

Şîrketa bi navê Kîlît a li Almanya kar dike û salê 30 hezar Euro dahata wê heye bi vî karî mijûl dibe.

Yek ji organîzatorên vê qaçaxçîtiyê şaredarê berê yê bajarokê Siwanê yê Alî Ayranci yê AKP’yî ye.

Bi vê yekê eşkere dibe, ku di nava dewletê de kesek van karan bêpirsgirêk hal dike.

Piştî ku derket holê, dozgeriya bajarê Almanya Hannoverê jî lêpirsînek da destpêkirin.

Lê heta niha ji ti saziyeke fermî ya Almanyayê têkildarî bûyerê daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Her wiha şaredariyên AKP-MHP’ê yên Xarpêt, Aricak, Akçakîraz, Baskîl, navçeya Orduyê Erba û navçeya Bûrsayê Yildirimê hewldane mirovan bi awayekî qaçax bişînin Almanyayê.

Çavkaniyek ji Çewligê ji Medya-Haberê re ragihand, ku li pişt vî karî Şaredarê Kanîreşê yê AKP’yî Veysî Bîngol û Suleyman Soylu hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv