Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Turk: ‘Bê beşdariya PKK û Serok şansê çareseriyê nîne’

 

HEVŞAREDARÊ MÊRDÎNÊ AHMET TURK:
BÊ BEŞDARIYA PKK Û SEROK ŞENSÊ ÇARESERIYÊ NÎNE

Siyasetvanê xwedî tecrube û hevşaredarê Mêrdînê yê cihê wî hatiye desteserkirin Ahmet Turk li ser mijarên rojevê ji Ajansa Nûçeyan a Hawar ANHA re axivî.

Ahmet Turk di serî de ji ber nêzbûna salvegerê li ser komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo sekinî û pêwistiya azadiya wî anî ziman.

Ahmet Turk li ser nîqaşên mûxatabiya çareseriya doza Kurd ev nirxandin kir: Helbet mûxatab-girtina siyaseta demokratîk girîng e. Dema em çûn Îmraliyê, Serok jî girîngiya siyaseta demokratîk destnîşan kir. Doza Kurd, dozeke piralî ye. Bi gotina pirsgirêk nîne, pirsgirêk tine nabe. Pêwistî bi îknakirina hemû aktoran heye. Helbet Serok û PKK mûxatab in. Bê beşdariya PKK û Serok şansê çareseriyê nîne.

HEVŞAREDARÊ MÊRDÎNÊ AHMET TURK:
DIVÊ PÊŞIYA AZADIYA FÎZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN VEBE

Ahmet Turk diyar kir ku heta pirgirêka doza azadiya Kurdan çareser nebe, li Tirkiyê ti pirsgirêk çareser nabe û got: Lewma li Tirkiyê pêwistî bi guhertinên bingehîn heye. Divê ev hişmendiya nijadperest, neteweperest, fasîst û serdest biguhere. Divê ew nêrîna Kurdan xetereya potansiyel dibîne, biguhere. Pêşiya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan vebe.

HEVŞAREDARÊ MÊRDÎNÊ AHMET TURK:
DIVÊ GELÊN TIRKIYÊ JI BO PAŞEROJA DEMOKRATÎK BI KURDAN RE BIBIN YEK

Ahmet Turk bi bîr xist ku di mijara komployê de Tirkiye rola gardiyaniyê dike û got: Divê gelên Tirkiyê rola emperyalîstan daye Tirkiyê bibînin. Ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyê werin cem hev. Bi Tevgera Azadiya Kurdan re tevbigerin û rola û jiyana demokratîk ava bikin.

HEVŞAREDARÊ MÊRDÎNÊ AHMET TURK:
JI HIŞMENDIYA YEKPERESTÎ, JI BO GELAN TI TIŞTÊ ERÊNÎ DERNAKEVE

Siyasetmedarê bi tecrube rewşa siyasî ya li Surî, Iraq, Tirkiyê û Îranê destnîşan kir û got: Hemû xwedî hişmendiya yekperest, faşîst û nijadperest in. Ji vê hişmendiyê ji bo gelan tiştek erênî dernakeve. Pêwistî bi guhertinê heye. Kurd îro pêşengiya guhertinê dikin û modelek jî derxistine holê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv