Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Bîrsîn: ‘Ne netewdewlet ne jî modela aboriyê ya xwe dispêre wê êdî nayê domandin’

 

NE NETEWEDEWLET NE JÎ MODELA ABORIYÊ YA XWE DISPÊRE WÊ ÊDÎ NAYÊ DOMANDIN
AHMET BÎRSÎN / ANHA

Desthilata AKP-MHP’ê li gel têkçûneke mezin a siyasî, leşkerî û dîplomatîk dikeve sala nû. Lê ev ne tenê têkçûna siyasî, leşkerî û dîplomatîk e ku dibe sedema krîza aborî. Ji ber polîtîkayên şer civakê tengezar dike.
(…)

Ji bilî şerê li dijî gelê Kurd, çeteyên ku li Sûriye, Lîbya û Iraqê xwedî dike, hemû lêçûnên aboriyê yên ji bo şerê Yunanistan, Ermenistan-Azerbaycanê û şerê li dijî muxalefeta demokratîk a li hundir… Ev tev dibin bacên li ser gelê kedkar ê Tirkiyê û ji ber aborî bi şerê desthilata Erdogan di 7’ê Hezîranê de hat pêşxistin, gihaştiye noqteyeke jêveneger. Xeyalên Erdogan ên Osmaniya Nû, û çavkaniyên ku ji dagirkerî û şer re veqetandine, aborî xitimandine. Erdogan ne tenê bi aboriya xwe ya şer, di heman demê de tenduristiya civak û xwezaya Tirkiyê jî kir qurbaniya jiyan û siberoja xwe.

Sedema duyemîn a xirabûna aboriyê jî, bê guman modela aborî ye ku li gorî qezencê ji aliyê Erdogan ve hatiye pêşxistin. Di modela aborî ya netewedewletê de, her tim aliyek kêfxweş bûye lê belê bi giştî bûye sedema xizaniyeke mezin.

Bê guman tu hikumetekê bi qasî AKP-MHP’ê çavkaniyên Tirkiyê pêşkêşî sermayeya navneteweyî û hevkarên AKP’ê nekirine. Wezîran û heta burokratan di tu serdemekê de wekî ya desthilata AKP-MHP’ê 3-5 meaş wernegirtine. Fonên ji bo perwerde, tenduristî û polîtîkayên civakî ew qasî kêm nebûne.
(…)

Sedema bingehîn a daketina nirxê lîreyê Tirk li pêşberî dolar ew e ku Banka Navendî 5 caran mudaxele kir, lê dolar her carê bêhtir zêde bû.
(…)

Lê heta ku derê? AKP’ê dît ku ev yek têrê nake, çav berda çend panotên gel jî. Ji bo vê yekê pergala “mewdûata bi mîsogeriya li hember dovîzê” anîn. Bi vê yekê xwestin pêbawerî çêbe û gel çend dolarên di destê xwe de jî bike lîre û bi vî awayî nirxê lîreyê Tirk zêde bikin û ji bo desthilata xwe pêbaweriyê çêkin.

Lê belê, lêçûna vê pergalê ser xezîneya Tirkiyê kirin bar angu ev bar dan ser milê xizanan, ne yê dewlemendan.
(…)

Civaka Tirkiyê êdî naxwaze barê AKP-MHP’ê ku heta niha fatûreya şer li kedkaran bar kiriye, bide ser milê xwe. Bi qasî îstîqrara aborî, îstîqrara siyasî jî nemaye.
(…)

Hikumeteke ku di polîtîkayên netewedewlet û şer de israr dike, kîjan modela aboriyê bi xwe re tîne bila bîne, potansiyeleke xwe ya çareserkirina krîza heyî nîn e. Ji ber ku ew çavkaniya pirsgirêkê ne û her tim di nava krîzê de ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv