AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
WASHINGTON – ANKARA – MOSKOWA
Siyaseta Enqera, di navbêna siyaseta Rûsya û Emerîka de tengav bûyî. Weke wê gotina, “di navbêna dêrê û mizgeftê de ma ye”! Mirov li gorî mijara heyî wisa jî biguheze; “mizgefta di navbêna du dêran de maye”.
Lê siyasetmedarên Enqerê, li xwe danaynin bêjin “em di navbêya du kinîsan de bênimêj man in”, berovajî, dibêjin “em mirovin ewqas jîrin, em karin ji nakokiyên navbêna van dewletên mezin sûd bigrin”. Xwe weke Ataturk jî nîşan dide, “wî çawa karibû ji nakokiyên navbêna sosyalizmê û emperyalizmê sûd bistaeda, ez jî dikarim bistînim”!
Enqereyê ji van nakokiyan hinek qezenc bi dest xist. Lê wisa diyar e ew ê nikaribe êdî ti tiştî qezenc bike. Ji ber ku nakokiyên navbêna Moskova û Washingtonê jî dijwartir dibin û ber bi qonaxa dawî diçin. Li Iraqê bi giranî Emerîka serdeste. Lê li Suriyeyê û bi taybetî li Rojava, êdî hêzên her du dewletan, li pir deveran yekser tên dijberî hev. Di vê qonaxê de Enqere naçar e ku hilwesta xwe aşkeretir bike; di navbêrê de nabe, ya li gel Moskova ya jî li gel Washingtonê ye?
Plana wan a li Bexdayê ne meşiya, berovajî, M.Kazimî, “fermana” H.Akar ne pejirandibû û 5 milyar dolarê “ruşweta” R.Erdogan soz dabûyê xwestibû. Îja dest bi şêwazê xwe yê kevn ê afirandina tirsî û şantajê kir. Ji rojnamevanan re dibêje, “hûnê binêrin, şevekê ji nişka ve dibe ku ez werim”, her wiha gotinên “em ê êrîşî Şingalê û Dêrike bikin” û hwd.
Li gorî tê xuyakirin, ji her alî ve tengav bûye. Ji bo temenê desthilatiya xwe hinekî dirêj bike, gelek şelpeze bûye. Hinek kes û koman dişîne Moskovayê, ji bo li gel Şamê jî pêkwere. Hakan Fîdanê MİT’ê
û H.Akar, xistine ser rêya Bexda û Şamê û Hewlerê. Çavuşoglu şandiye Ewrupayê, hinek kesên din şandine DYE, ji bo cihê xwe bi rêveberiya Bidên pejirandin û hwd. Ne li van dewletên mijara gotinê ne û ne jî li welatên Efriqayê jî hewdanên wan, têra serkeftina siyaseta wan a talanker û qirker dike. Hinek hêviya wan, piştî Libyayê, li bazarên Somali, Mali, Kongo, Sudan û hwd.hebû, lê diyar dibe ku hewldanên wan pûç derdikeve.