Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Sadat û Wagner

 

SADAT Û WAGNER
AHMET AKTAŞ / WELAT

SADAT a Tirkiyê ye û Erdogan daye damezrandin.
WAGNER, a Rûsyayê ye û Pûtîn daye damezrandin.

Aliyên wan ên hevpar: Her du jî, bi fermana serokdewletan ve, ji aliyê fermandarên leşkerî yên malnişîn hatine ava kirin: Avakerê SADAT’ê Tuggeneral Adnan Tanriverdi ye, avakerê WAGNER’ê Yarbay Dmitrî Utkîn e.

Her du jî, hema hema di heman demê de hatine damezrandin; li dor salên 2010’an.

Her du jî, ji bo armancên xwe yên dijî mirovahiyê bidin veşartin, bi navê şirketên perwerdeyê û bi armanca afirandina pisporên ewlekariyê hatine ava kirin. Lê naverok cuda ye.

Li gorî tê xuyakirin, êdî her du rêxistin, nema dikarin xebatên hevkar û “dostane” bidin meşandin. Ji ber ku li gelek cihan, siyaseta şefê dewletên wan, êdî bi tevayî tên dijberî hev. Dibe ku mînaka herî dawî li Qerebaxê bû. Ji xwe tê xuyakirin ku nakokiyên wan li her deverê êdî dijwar dibin.

Belê ev bûyera dawî ya di navbêna Ukrayna û Rûsyayê de rûdide, nakokiyên Putin û Receb dijwartir dike. Gûman xurt e ku dibe dawî li “dostantiya” wan jî were. Ji ber ku êdî nakokiya bingehîn a cîhanî ya di navbêna Rûsya û Amerîkayê jî, li vir digihêje qonaxek mezintir û dibe ku şer jî rû bide!

Her wiha tê zanîn ku dewleta Receb, çendî bi zincîrên giran bi Amerîkayê ve girêdayî ye. Lewma li vê qonaxê, divê êdî herkes ji neçarî li gel hevalbendên xwe yên stratejîk cih bigire û wisa diyare êdî Tirkiye li gel DYE û NATO’yê cih digire!

Ji ber ku êdî ‘dewran wisa dizîvire’, dema jihevqetandina Receb û “dost”ê xwe Pûtin hatiye. Êdî dawî li wan bazarên wan ên “stratejya sixte” tê. Ew sîstema fuzeyên parastina hewayî S-400 ku ji Rûsya kirî bû jî ber avê diçe.

Wisa diyar e, Erdogan hem ji dêrê bû hem ji mizgeftê bû! Ji ber ku Amerîkayê, Tirkiye ji program-projeya F-35 avêt derve û ew pereyê li dor 1.5 milyar dolarê ku pêşin dabû vê projeyê jî bi avê de çû!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv