Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Pêngava 1’ê Hezîranê

 

PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ
AHMET AKTAŞ / WELAT

Biryara pêngava 1’ê Hezîranê, di 2004’an de hatiye standin û weke dewama Pêngava 15’ê Tebaxê hatiye bi navkirin. Aliyên wan ên dişibin hev gelek in. Jixwe naveroka xwe ya berxwedanê her yek e û eger heta niha ev têkoşîn nikare were rawestandin û were hilweşandin, çavkaniya wê ji vê naveroka-ji vê cewhera îradeya azad û biryardariya xurt a bingehîn tê.

Ka em hinekî bala xwe bidin şert û mercên serdemên van pêngavên girîng ên dîrokî.

Pêngava 15 ê Tebaxê, çar salan piştî faşîzma 12’ê Îlona 1980’an ve hat lidarxistin. Tê zanîn ew zilm û ziyana giran a vê faşizmê, li ser gelê me û welatê me birêvebir. Ji sêdardanê heta kuştin, girtin, îşkence, talan, wêran, şewat û hwd. her cûre qirkirina mirovî û xwezayî bi hev re da meşandin.

Bi pêngava 15’ê Tebaxê re, ew tirs û bêhêviya ku wê wehşeta dewleta mêtinger li ser gelê Kurdistanê dabû afirandin, bi piranî hate rakirin û li şûna wê curet û hêvî û îradeyek xwedî bawerî hate ava kirin.

Helbet dewleta tirk û bi giranî jî hevalbendên wê/an jî bi gotina rast şefên wê hegemonên cîhanî, ne razayî bûn, li dijî vê peşkevtina ku di asta herêmê de dengvedabû û bandoraa wê her roj zêdetir û berfirehtir dibû, wan jî pêngavek/plangeriyek/komployek navdewletî amade dikir û di 9’ê Cotmeha 1998’an de xistin meriyetê. Vê plangeriya giran û dilêş a li dijî Rêber Apo, di 15’ê Sibata 1999’an de, bi dîlgirtina li Kenyayê encam kirin û radestî faşîzma tirk kirin!

Bi dîlgirtinê Rêbertiyê ve ranewestiyan. Armanca wan a sereke ew bû ku bi çi şêwazî dibe an bi çi dermanan dibe bila bibe wî weke kes bixin xizmeta xwe.

Rêber Apo, helbet ev xetere zûtir dît û peyama xwe bi lezgînî gihand Tevgerê û got “ya hûn ê serî deynin li ber dijminan an jî hûn ê serî hildin û têbikoşin”!

Lewma amadekariya vê pêngava 1’ê Hezîranê, di salên 2001-2-3 de dabû destpêkirin.

Bi vê Pêngavê re, serkeftinek berbiçav derdikeve holê. Li ser vê, Rêber Apo jî bi rêya parêzerên xwe, dibêje “mizginiyê bidin gel, xiyanet şikest û ev serkeftin li gelê me pîroz be”!

Bêgûman ev ruh û îrade, niha jî li Garê, Metîna, Heftenînê, Zapê, Avaşînê, Xakurkê û li her deverê Kurdistanê, di serî de dewleta tirk, li dijî hemû êrîşên dewletên mêtinger ên dagirkerî û qirkeriyên, li dijî xayinan û hegemonên cîhanî, di nava berxwedanek bi rûmet a bêhempa de ye. Ev ruh, viyan û daxwaza jiyana azad û wekhev, tu caran namire, her bi ser dikeve!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv