Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Koma leşkerî çû Bexda û Hewlêrê çi 22.01.2021

 

AHMET AKTAŞ / WELAT
KOMA LEŞKERÎ ÇÛ BEXDA Û HEWLÊRÊ ÇI ?

Hema ji nişka ve Hulusi Akar ê serleşkerê kevin, Yaşar Guler ê serleşkerê nû û Hakan Fidanê “serleşkerê” MÎT’ê, ketin ser rêya Bexda û Hewlêrê!
Erê weke bûye adet mirov dipirse, ka gelo ji bo çi çûn wê derê? Lê na, qet ne lazim e ku mirov bipirse. Hema yekser mirov dikare û divê bêje “vana çûn, ji bo êrîşkariyê”.

Em hîn zelaltir bikin. Vana çûn; yekser bêjin “çima heta niha ew peymana ‘Fermana Şingalê’ ya me bi hev re danî çima nayê bicihkirin; çima êrîşên li dijî Qendilê-Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi giştî çima êrîşên li dijî dilxwazên Tevgera Azadiyê, hîn bêhtir nayên xurtkirin” û hwd?

Hema çawa li Bexdayê daketin, yekser çûn koşk û serayên Berhem Salih û Mustafa Kazimî. Li wir jî zêde ranewestiyan hema bi lez berê xwe dan Hewlêrê û vê carê jî çûn koşk û serayên her 3 “SEROK BERZANIYAN”!

Êh ewqas xwe mezin dibînin, kabira li qonax û rewestgehên biçûk nasekinin û pê qayil nabin. Divê biçin gel “serokan”, jê bi jêrtir qîma xwe naynin!

Çima li jor hat gotin ku armancên gera wan aşkera ye û lazime mirov jî zelal û yekser bi nav bike. Ji ber ku wan kabiran bixwe aşkera û bi dengê pir bilind armanca xwe destnîşan dikin û dibêjin; “Sedema hatina me ji bo lêdan û derxistina PKK’ê, ji vê herêmê ye” û hwd! Ma ew bixwe her 3 kabirayan jî ne serok û fermandarên leşkerî û îstixbarata Tirkiyeyê ne? Min ji bilî êrîş û kuştin û talan û wêran ti karê van kabirayan kesî dîtiye? Ji xwe bi hinek gotinên xwe yên din jî, him hinek lezgîniya xwe didin der û hinek jî tehdîdwarî dipeyivin û dibêjin; “Eger hûn bixwazin em bi her awayî amade ne ku ji we re alikariyê bişînin, eger hûn nekin ev ji bo berjewendiyên we jî zerar e”!

Tişta balkêş ev bû ku, di van ewqas hevdîtinên xwedêgiravî “giregir” de, di medyayê de, bi tenê gotin û armancên Hulusi Akar dihatin weşandin û nivîsandin. Wan kesên “giregir” ên Bexda û Hewlêrê, ma gelo tu gotinên wan tune bûn? Ya jî weke fermandarekî ew guhdarî dikirin û hema bersiva wan “belê ezbenî” bû gelo?

Ya jî, dibe ku hinek şêwirmendên wan, kêm be jî hinek serê xwe şixulandibin û niyeta van şerxwazan nas kiribin, her wiha ji bo rojên li pêş ew ê siyaseta global û bi taybetî ya DYA’yê çawa bikeve rojevê hizir kiribin û bi zanebûn ti bersivek şênber, nedabin wan fermandarên êrîşkerên dagirker û qirker ên dewleta tirk!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv