Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Gelo Erdogan dixwaze çi bike? 02.12.2020

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
GELO ERDOGAN DIXWAZE ÇI BIKE ?

Desthilatdariya Receb û Bahçeli, weke erdhejê dilerize. Hilweşandina faşîzma wan nêzîk dibe. Ji bo xwe li ser piya ragirin û temenê xwe dirêj bikin, çavê wan li hinek lîstokan e. Lê ji bo him li hundur û him li derve bi tevayî temenê xwe dirêj bikin, bi taybetî li dijî tevgêra kurdan, bi lezgînî ketine nava hewldanan. Li gor agahiyên çapemeniyê û hinek şîrovegeran, ew heyeta leşkerî ya Rûsyayê ya ku di 13-14 Mijdarê de hatibû Tirikiyê û li gel şanda leşkeriya tirkan rûniştin, ne bi tenê ji bo pirsgrêkên Qerebaxê, bi piranî li ser Idlib û Rojava axivîne û gûmana xurt heye ku li ser hinek planên qirej li hev kirine. Ji ber ku li ser van danstandinên wan ên du rojan, ti daxuyanî nedan çapemeniyê. Li gor saloxan, hema piştî hevdîtinan, bi lez nûnerên şanda Rûsî çûye Şamê û li ser vê çûnê jî ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Belê piştî van hevdîtinan û geryanan, liv û tevgêrek ber bi çav, him li Idlibê û him li Rojavayê bi giştî despê kiriye. Li aliyê din liv û tevgêra bi heman şêweyî û paralelî vêna li Başûr heye. Ji xwe li ser Peymana Şingalê gelek şîrove hatin kirin. Wisa tê xuyakirin ku li gorî wê peymanê, di bin koordînasyona Receb de, desthilatdarên Bexda û Hewlêrê kar li hev par kirine û ketine ser rêya fermana qirkirinê!

Weke tê zanîn ev biryara vê peyman û fermanê berî hilbijartinên DYA bi îmzeya Jeffreyy hatibû dayîn. Lê di wan rojên germaya hilbijartinan de û bi diyarbûna serkeftina Biden re hinek sar bûbû. Belê ev nêzî deh rojan e, liv û tevgêr ji berê jî germtir bûye. Ya balkêş jî ev e! Ji bo vêna jî, tê gotin ku Receb, dixwaze ji vê valatiya ku hêj Trump desthilatî radestî Biden nekiriye, bi lezgîn hinek êrîşan bibe ser Şingalê, Mexmûrê, Herêmên Parastina Medya, Rojava, Idlib û hwd!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv