Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Biden û jenosîda Ermeniyan

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
BIDEN Û JENOSÎDA ERMENIYAN

Piştî 31 dewletan, Serokê Emerîka jî got, “Ermenî di nijadkujiyê/jenosidê re derbas bûne”! Ev pêngav, bêgûman ji bo Ermeniyan serkeftin, ji bo dewleta Tirkan jî binkeftin e. Helbet gelê Kurd jî, li dijî vê dewleta qirker û mêtinger li gel deskeftiyên Ermeniyan cih digire. Lê divê neyê jibîrkirin ku ti dewlet, eger berjewendiyên wan di mijarekê de nebin, napejirînin. Lewma divê ev helwesta Emerîka jî, di vê çarçovê de were şîrovekirin.

Em bala xwe bidinê; piştî axaftina bi telefonê ya Bîden-R. Erdogan, le pey hev di nava çend saetan de, Çavuşoglu-Blinken û berdevkê R.Erdogan Kalin-Şêwirmendê Ewlekariya Netewî Jake Sullivan diaxivin. Hema piştî vê trafika telefonan, êrîşa arteşa dewleta Tirk, bi hêzek ji carên berê mezintir, him di erdê re û him di hewa re dikeve Başûr, dest bi bombebaranê dike û hîn jî ev êrîşa dagirkerî didomîne. Ma ev telefonên ku 3 meh e li bendê bûn, hema ji nişka ve ket vê dema berî roja NIJADKUJIYA Ermeniyan? Ev hilwest, gûmanê xurt dike ku, di telefonan de mijara Ermeniyan û êrîşa ser Başûr hatiye axaftin û hatiye bazar kirin!

Rûsya jî, weke hinek carên din, ev ji xwe re, mîna derfetekê dît û hema bi lez, li Rojava-Sûriye, ji bo Rêveberiya Xweser hewcedarî xwe bike, çeteyên dewleta Tirki û ên rejima Suriyê ajot ser Rêveberiya Xweser! Di heman rojan de li Qamişlo û hinek deverên din şer û pevçûn da derxistin, ava Elok li ser herêma Hesekê qut kir û hwd.

Erê rast e, di van bazarên li ser gelên mexdûr û mezlûm pêk tên de, ji her gelan pirtir divê gelê Kurd hişyar be û xwedî amadekarî be. Lê divê gelên din jî yên li Kurdistanê an cîranên Kurdistanê, ew jî bi hişyarî û bi zanistî tevbigerin. Her wiha di serî de gelê Ermenî, divê ji ser xwe neçin û hemû gelên ku mexdûrên van dewletan e, bi taybetî jî yên dewleta dagirker û nijadkuj a Tirk in, divê milên xwe bidin hev û piştgriya hevdu bikin. Helwest û siyaseta ku wan bi bingehîn rizgar bike ev e, ne siyaseta dewletan e.

Ev nayê wateya ku karê diplomasiyê neyê meşandin. Nexêr bila bi xurtî jî were meşandin, lê divê di wê çarçova li jor hate nîşandan de were birêvebirin. Lewre di dîrokê de gelek mînakên dilêş ên van dewletan anîne serê gelên me hene. Lewma divê hemû gel rizgariya xwe, afirandina îradeya serbixwe û azad, bi bingehîn di hêza xwe de bibînin, di hevkarîi û hevalbendiya gelan a bi hevdure de bibînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv