Xwepêşandan bandoreke mezin li ser siyaseta başûrê Kurdistanê jî dike.
Komek parlamenterên ji fraksiyonên cuda dest bi grevê kirin.
Serokêwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî jî piştî civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê daxuyanî da çapemeniyê û got; Divê xwepêşandêr berê nerazîbûnên xwe bidin Bexdayê.
Rêveberê bereya Demokrasiyê li Başûrê Kurdistan Adil Osman bi riya Skype tevlî nîvroj bû. Derbarê van xwepêşandanan weha axivî: Partiyên desthildar li başûrê Kurdistan çi bikin bila bikin, êdî nikarin pêşiya van xwepêşandanan bigirin. Gel şiyar buye, mafên xwse daxwaze dike û ji bo vê rabuye. Loma divê hemû partiyên siyasî guh bidin daxwazên vî gelî yên demokratîk.