Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Adar Şaman: ‘Şeş pêşengên şoreşa jinan’

 

ŞEŞ PÊŞENGÊN ŞOREŞA JINAN
ADAR ŞAMAN / XWEBÛN

Ji zindanê heyanî ber bi çiyayên azad, kêlî bi kêlî vegotina têkoşîna Sakîne Cansiz , dîrokeke ji agir e. Sarayê, ji çiya û xwezaya Kurdistanê hez dikir; bi ahengiya xwezayê, ber bi peravê ava Zê diherikî dil û ruhê wê yê zîz û nazenîn. Di dendika çanda dîrokê de, li pey hêza jinan a xwedawendî ketibû. Li şopa şaristaniya şoreşa jinan dipirsî…
(…)

Sara, Rojbîn û Ronahî di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê, di encama plangeriya bêbext de hatin qetilkirin. Neyarê jinên azadîxwaz xwe li ber xeta serkeftinê ya li dijî hişmendiya mêtinger têdikoşe, ranegirtin û bi vê komkujiyê bersiv dan hêviyên çareseriyê yên meseleya kurd.

Di şexsê Sarayan de, peyama komkujiya tevgera jinên kurd hat dayîn. Her wiha bi vê komkujiyê re hat xwestin ku rêxistinbûyîna jinên kurd ji holê bê rakirin û xeta azadiyê tesfiye bibe.
(…)

Sakîne Cansiz, di dîroka têkoşîna azadiyê de şerê xwe yê yekemîn li hemberî xiyanetkar û îtîrafkar Şahîn Donmez meşandiye. Di tevgera têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de weke jineke têkoşer, wêrek, zana, xwedî ezmûn û pêşeng dihat naskirin. Xisleta wê ya jiyanê, gelekî bi hêz bû, çalak bû, hestên xwe perwerdekiribûn. Şêwazê jiyana wê, her mînak bû! Çêker û afirêner bû. Tevî asoya
xwe bi jiyanê re diherikî. Lêhûrbûyînên wê kûr bûn; şerê wê yê azadiyê mezin bû!
(…)

Di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn, hevrê û şagirtên Sakîne Cansiz di têkoşîna azadiya jinan de lewaz nebûn, li her qadê ji kujêrên wê hesap pirsîn. Navê 9’ê çileyê ‘bû roja têkoşînê’ ya jinên kurd…
(…)

Em weke jinên kurd û hevrêyên Sarayan, ji bo têkoşîna azadiya jinan mezin bikin, em ê di rêya Sêvê, Fatma, Fîdan, Pakîze û Leylayan de ber bi şoreşê ve bi wêrekî bimeşîn…
(…)

Desthilatdar bi êrîşên piralî dixwazin jinan çavtirsandî bikin, bitepisînin û bêhêz bikin. Qetlîama Parîsê bi pisporî hat kirin. Hêzên hegemon ên cîhanê rêya vê êrîşê ya komkujiya Parîsê ji kujeran re paqij kirin û bi ‘erêkirina’ wan pêk hat!
(…)

Kul û xema şaristaniya serwer ew e ku jinan, bêpêşeng û bêrêxistin bike. Ji lewra mîzginiya ji nûve şînbûna şoreşa jinan a li ser xaka dayikniştîman, rê li ber azadiya jinan vedike. Ev yek rêxistina jinan a xweser bi hêz dike. Jin, bi tama azadiyê hesiyan; êdî dem dema avakirina ‘şaristaniya neteweya demokratîk e’. Xewin û xeyalên Sakîne, Sêvê, Fîdan, Fatma, Pakîze û Leylayan îro bi şoreşa Rojava re herikî ruhê têkoşîna jinên cîhanê û mezintir bû…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv