“WERIN CENGA AZADIYÊ”
CIWANÊN EFRÎNÊ BI MEŞEKE BERXWEDANA GERÎLA SLAV KIR
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Şehbayê bi dirûşma “Werin cenga azadiyê” meşek hat lidarxistin.
Di meşa bi heybet de bi sedan endamên tevgerê yên herêma Efrînê jî beşdar bûn.
Ciwanan bi yek dengî berxwedana gerîla ya Dîrokî slav kir.
Çalakiya ciwanan qada Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Hesen axivî û diyar kir ku gerîlayên azadiya Kurdistanê planên dagirkeriyê têk birin.
DEM DEMA AZADIYÊ YE
ŞÊNIYÊN MINBICÊ BI MEŞEKE DENGÊ XWE LI DAGIRKERIYA TIRK BILING KIRIN
Bi heman armancê şêniyên bajarê Minbicê jî li dijî dagirkeriya dewleta tirk meşiyan.
Di meşê de soza bilindkirina berxwedanê hate dayîn.