DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK YA LI BAŞÛR
ARTÊŞA TIRK ÊRIŞÎ GUNDÊ SERARO YÊ HERÊMA BEHDÎNAN KIR
Ev dîmen ji gundê Seraro yê Behdînanê ye.
Dewleta Tirk a dagirker doh nava gund topbaran kir.
Di êrişê de gelek xanî xera bûn, xisar li mal û milkên welatiyan bûn.
Di van salên dawî de dewleta Tirk bi 10 baregehên xwe yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê bicîh kiriye.
Bi armanca dagirkirinê ji 23’ê Nîsanê ve jî bê navber êrişî gund û çiyayên herêma Başûr dike.
Di encama van êrişan de heya niha gelek sevîl hatin qetilkirin û birîndar kirin.
Ji ber êrişên dewleta Tirk heta niha zêdetirî 50 gundên herêma Behdînan hatine valakirin.