NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê:
DAGIRKERÊN JI GERÎLA DERBÊN GIRAN DIXWIN, ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê asta berxwedana gerîla ya li dijî dewleta Tirk ragihand.
Agahiyên HPG’ê di daxuyaniya xwe de parvekirin wiha ne:
Artêşa Tirk dagirker a li hemberî gerîla nikare pêşkeve serî lihewldanên derveyî mirovahiyê dide, gazên kimewî bi kar tîne.
Roja 15’ê Tîrmehê jî dagirkeran bi gazên jehrî û kimyewî êrişî tûnelên şer ên li qada Girê Sor kirin..
Heman rojê li dijî tûnelên şer ên li qada Werxêlê jî bi teqemenî û çekên kimyewî êriş pêk hat.
Di navbera14-16’ê Tîrmehê de artêşa Tirk bi obûsan qada Werxêlê ya Avaşînê bombe kirin..
Dîsa 15’ê Tîrmehê artêşa Tirk bi balafirên şer derdora gundê Yekmalê ya navçeya Amediyê bombe kir.
Girê Koordîne yê Metîna û qada Kela Qurmiyê û eraziya gundê Deşîşê yê Kanî Masî jî bi helîkoptêran hat bombekirin.
Gerîlayên serfiraziyê yên Kurdistanê bi pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê bi biryardariyeke mezin û bi îradeyeke ji pola ya Apoyî li dijî dagirkeriya Tirk berxwedana xwe didomînin.