PROTESTOYÊN COTKARÊN TITÛNÊ
LI SEMSÛRÊ 10 COTKAR HATIN GIRTIN
Hikûmeta AKP-MHP’ê dixwaze firotina titûnê bixe bin tekela xwe û li dijî cotkarên titûnê kanûnan derdixîne.
Ji ber vê yekê jî 4’ê Tirmehê cotkarên titûnê rêya di navbera Semsûr – Kolik, Meletî – Çelikxanê li trafikê girtin, şantajên desthilatdariyê protesto kirin.
Cotkaran diyar kir ku çavkaniya debara wan, çandiniya titunê ye û daxwaz dikin ku li parlemenê neyê qebûlkirin.
9’ê Tîrmehê jî esker û polîsên dewleta tirk li Navend û navçeyên Semsûrê bi hinceta tevlî protestoyên rê girtinê bûne, avêtin ser malên cotkaran û nêzî 50 cotkar kirin binçavan.
Cotkarên binçavkirî derxistin dadgehê.
Daraza Tirk derbarê 10 cotkaran de biryara girtinê da , 6 cotkar jî bi kontrola edlî berdan.