YPS’ê dîmenên çalakiya Tîma Bersivdayînê ya Şehîd Çiyager Hêvî ku li dijî polîsan kirbû, parve kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPS’ê daxuyaniyek têkildarî mijarê da û got: “Em dîmenê çalakiya 12’ê Hezîranê li Arnavutkoy a Stenbolê ku ji aliyê Tîma Bersivdayînê ya Şehîd Çiyager Hêvî ve li dijî polîsên sivîl hate kirin parve dikin. Ji ber ewlekariyê beşek ji dîmen parve dikin.
12’ê Hezîranê di saetên şevê de li gundê Çakmakli ya Arnavûtkoyê endamên yekîneyên me li dijî wesayîteke sivîl a polsan ji nêzîk ve bi 6 guleyan êrîşî polîs dike. Di vê çalakiyê de polîsê sivîl tê kuştin.”