NERAZÎBÛNA LI DIJÎ AFÎŞÊN BI NAVEROKA FAŞÎST
XELKÊ BATMANÊ AFÎŞÊN FAŞÎST DEVLET BAHÇELÎ ÇIRANDIN
Nijadperestên Tirk bi parastina polîsan afîşên Serokê Partiya Nijadperest a Tirk MHP’ê Devlet Bahçelî li Batmanê daliqandibû.
Li ser afîşan gotinên heqeretî têkoşîna azadiya Kurdan dikin, cih digirin.
Lê xelkê Batmanê ew afîşên li kolanan daliqandî, rakirin.
Meha derbasbûyî li Amedê jî, heman afîşên Devlet Bahçelî hatibûn rakirin.