Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji bo Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê peyam şand

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
JI BO ÎNÎSIYATÎFA PARASTINA KURDISTANÊ PEYAM ŞAND

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel peyamek ji bo Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê şand.

Di peyamê de hat destnîşankirin, ku endamên heyetê di demeke dîrokî û di nav xeteriyan de berê xwe dane Başûrê Kurdistanê.

Ev hewldan gelekî hêja û manewî hat nirxandin û wiha hat gotin:

Li ser vê helwesta we ya pîroz, em li ser navê tevahiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê we pîroz û silav dikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel destnîşan kir, ku ev hewldana înîsiyatîfê moralekî zêde daye gerîlayan û bûye helwesteke girîng a piştgiriyê.

Di peyamê de pêşwazîkirina endamên înîsiyatîfê bi awayekî li derveyî mêvanperweriyê hat rexnekirin û wiha hat gotin:

Em ji ber vê yekê bi rastî jî xembar bûn.

Ji bo vê yekê lêborînê ji we dixwazin.

Divê hûn zanibin, ku wê gelê me timî van mirovên xizmetê ji bo azadî, demokrasî, aştî û gelê Kurdistanê re dike, bi hurmet be.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel destnîşan kir, ku paşeroja gelê Kurdistanê bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye û êrişên dewleta Tirk ên ji 2015’an heta niha li dijî gelê Kurd dike hatin bibîrxistin.

Di peyamê de berxwedan û têkoşîna gel a li dijî van êrişan a encamgir jî hat bibîrxistin, ku dewleta Tirk çi dike û nake nikare encamê bi dest bixe.

Fermandariyê bal kişand ser êrişa berfireh a dagirkeriya Tirk 23’yê Nîsanê li dijî Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin û armancên vê êrişê jî.
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“EM ŞEREKÎ DI NAVA KURDAN DE WEKE FELAKETEKÊ DINIRXÎNIN”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bal kişand ser şerekî muhtemel di nava Kurdan de.

Em niha bi dijminekî welê re şer dikin, ku xwedî teknolojiyeke mezin a şer.

Weke hêzeke berxwedêr dûrî aqila ye, ku em eniyeke din a şer 5 kîlometro dûrî eniya şer a heyî vekin.

Bi taybetî di vê demê de em şerekî di nava Kurdan de weke felaketekê dibînin.

Lê mixabin, bicihbûna hêzan dibe ku her kêlî rê li ber şerekî navxweyî veke.

Ti pirsgirêk nîne, ku bi rêya diyaloga di navbera Kurdan de neyê çareserkirin.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN BI RÊYA DIYALOGÊ EM AMADE NE”

Ti pirsgirêk nîne, ku di navbera me û PDK’ê de jî neyê çareserkirin.

Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha nirxên neteweyî û demokratîk bi rêya diyalogê amade ne.

Fermandariyê ragihand, ku ew ji her cûre berpirsiyariyê re amade ne û got, di çareserkirina pirsgirêkan hemûyan de heke diyalog û helwesta wekhev esas bê girtin, wê ji aliyê me ve ti carî nebe pirsgirêk.

Di peyamê de bang li gelê Kurdistanê hat kirin, ku bi awayekî xurt xwedî li Kampanya Kurdistanê Biparêz e, derkeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv