Endamê Rêveberiya YNK’ê û fermandarê Herêma Germiyan ya hêzên pêşmerge, Mehmud Sengawî ragihand ku di vê demê dijî PKK’ê şer kirin, ji bo gel xeteriyek mezine. Sengawî dibêje; “Eger dinya kavil bibe, ez yek gule li hemberî PKK’ê nateqînim.”
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistan YNK’ê û fermandarê Herêma Germiyan ya hêzên Pêşmerge, di salvgera şehadeta pêşmergeyê Dêrîn Heme Sengerî de axivî. Sengawî di peyama xwe de behsa egera şerê Kurd bi Kurdan kir.
Sengawî got; “Ji bo ku dewleta Tirk ji mere bêje bijît, yan jî aliyek din yê Iraqê ji bo me bêje bijît, nabe em şerê aliyek bikin û zarokên xelkê bidin kuştin. Divê em hemû dakevin kolanan û şerê birakujiyê heram bikin. Şêr dijî PKK’ê heram bikîn. Di vî demê de, şerê dijî PKK’ê ji bo gelê me xeteriyek mezine.”
Sengawî li ser egera şerek dijî PKK’ê jî dijberiya xwe anî ziman û got; “Min li ser şerek dijî PKK’ê ji hevserokên YNK’ê re gotiye, eger hemû dinya kavil bibe, ez yek gule li hemberî PKK’ê nateqînim.”