Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya “Ji Xizaniya Jinan Re Na” xebatên xwe didominin.
Jinan vê carê çun Semsûrê û serdana jinên ku tûtinê datînin kir.
Meclîsa Jinan a HDP’ê çûn bajaroka Bûlam a navçeya Çêlikan a Semsûrê û serdana karkerên jin ên çandiniyê û malê dikin kirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlementera HDP’ê Huda Kaya û gelek jin beşdar bûn.
Şandeya HDP’ê çûn nav zeviyên tûtinê û serdana jinên karker kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.
Di serdanê de Ayşe Acar Başaran anî ziman ku ji bo pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin bikin rojev herem bi herem digerin.
Jinên ku demekî dirêj karê tûtinê dikin jî ji aliyekê xebitîn ji aliyê din jî pirsgirêkên xwe ji şandeyê re vegotin.