OGMUNDUR JONASSON
DEWLETA TIRK JI ALIYÊ EXLAQÎ VE GELEK QELS BÛYE
Kampanyaya navneteweyî ya bi navê “Dagirkeriya Tirkiye’yê bisekinîn!” bi beşdariyeke berfireh didome.
Her roj ji çaraliyê cîhanê siyasetmedar, çalakger, parazvanên mafên mirov û rewşenbîr tevlî kampanyayê dibin û îmzeya xwe davêjin binê nameyekê.
https://stop-turkish-invasion.com/wp-content/uploads/2016/04/Conveners-3.pdf
Paşê ev nameya bangê, ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewrûpa, Amerîka, rêvebirên Iraq û Başûrê Kurdistanê re tê şandin
Wezîrê Karên Derve yê berê yê Ayslandê Ogmûndûr Jonason jî ev kampanya îmze kir.
Jonasson tevlî bultena me ya cîhanê bû û derbarê mijarê de pirsên me bersivandin.
Jonasson bal kişand ser sûcên dewleta tirk ên li bakurê Kurdistanê û da zanîn cara pêşî di 2018’an de ev mijar hatiye rojeva Dadgeha Sivîl a Sûcên Şer Parîsê.
Siyasetmedarê Ayslandî got, êrişên îro li başûrê Kurdistanê pêk tên berdewama êrişên berê ye û ev jî nîşan dide Tirkiye derbarê kurdan de neguherî ye.
Ogmûndûr Jonason di bernameyê de li ser sebeba bêdengiya cîhanê ya derbarê şerê dagirkirina başûr de jî axivî û da zanîn ji ber hêza leşkerî û endamtiya wê ya NATOyê hêzên Ewrûpa û Amerîka heta niha rê li ber van êrişan negirtine.
Lê Jonason got, dewleta tirk di warê ehlaqî, aborî û siyasî de gelek zeyîf e lewma jî herdem êrişê kurdan dike.
Di beşa dawî ya bernameyê de Jonason pirseke derbarê rola rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan de wiha bersivand.
Rola Ocalan a di proseyeke muhtemel a aştiyê de diyarker e û bêyî beşdariya wî lihevhatineke civakî pêk nayê.
Jonason bal kişand ser fikrên konfederalîzma demokratîk, wekheviya jinê û parastina ekolojiyê û da zanîn, bi riya van ramanan ne tenê problemên li Tirkiyeyê lêbelê yên li Rojhilata Navîn jî dikarin bên çareserkirin.