LI DIJÎ ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA TIRK BERXWEDAN
100 CIWANÊN JI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ TEVLÎ SEFERBERIYÊ BÛN
Li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja banga seferberiyê ve ciwan li qadan e.
Meşa ciwanan a ji Qamişloyê destpêkirbû piştî bi 3 rojan li Dêrikê bi dawî bû.
Ji hemû pêkhateyan bi hezaran ciwan tevlî meşê bûn.
Piştî meşê 100 ciwanî ragihand ku ew ê tevlî seferberiyê bibin û li kêleka gerîla şer bikin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana gerîla ya li çar aliyên Kurdistanê hat kirin.
Di daxuyaniyê de bang li ciwanan hemûyan hat kirin ku beşdarî seferberiyê bibin û rê nedin dagirkeriyê.