PERGALA TECRÎD Û ÎŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ
PARLAMANTERA SWÎSRÎ TECRÎD BIR ROJAVA MECLISA SWÎSREYÊ
Parlamentera Partiya Sosyalîst a federal a Swîsreyê ya ji kantona Cenevreyê Laurence Fehlmann Rielle , tevî 15 parlamenterên din pergala tecrîdê ji hikûmeta Swîsrî pirsî.
Parlamanteran bi sernavê “Divê lîderê Kurd Abdullah Ocalan û yên pê re girtî ji tecrîdê bên derxistin” pêşnûmayek jî da Meclîsa Neteweyî.
Hîna ev pêşnûma nehatiye minaqeşekirin, lê ew ê di nêz de bikeve rojeva parlamena neteweyî ya Swîsreyê.
Beriya niha jî li Swêd û Almanyayê jî parlamanterên ji siyasetên cuda ji hikûmetên welatê xwe pergala tecrîdê pirsîbûn.