PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI FRANSA, ALMANYA, SWÊD Û RÛSYAYÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ÇALAKÎ HEBÛN
Li paytexta Fransayê Parîsê êrişên dewleta Tirk ên li dijî qadên qerîla hatin protestokirin.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN’ê hat lidarxistin.
Ciwanan bi siloganan dilsoziya xwe ya bi gerîla û rêber Apo re diyar kir.
Li ber avahiya Meclîsa Federal a li bajarê Almanyayê Berlînê jî ciwanan çalaiyeke bêîtîatiya sivîl lidar xist.
Ciwanan ji dewleta Alman xwest PKK’ê ji listeya terorê derxe û dest ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.
Çalakiyek jî li bajarekî din ê Almanayê Guterslohê pêk hat.
Li vir jî êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê jî bi daxwaza azadiya rêber APO çalakiyek li darxistin..
Parlementera partiya Cep a Swêdê Lorena Delgado jî beşdarî çalakiyê bû..
Lorena Delgado îşaret bi roja pêber APO ya di aştî û aramiya gelên Rojhilata navên kir û got.
Divê rêberê gelê Kurd azad bibe..
Ciwanên li herêma Stavrapola ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê êrişî şermezarkirin.
Ciwanan li dijî faşîzmê peyama berxwedanê dan.