“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ”
JI ŞEVÊ DIN VE LI ZAPÊ 5 DAGIRKER HATIN KUŞTIN
Çavkaniyên herêmî ji herêma Zapê têkildarî çalakiyên dawî yên gerîlayan ev agahî parvekirin:
Gerîlayan li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn çalakiyek kirin.
Gerîlayên YJA-Starê jî eskerên li ser gir bi çalakiyeke sekvanî kirin hedef.
Gerîlayan her wiha bi çalakiyeke din li dagirkerên li ser Girê Şehîd Munzûr dan.
Di encama van çalakiyan de bi giştî 5 dagirker hatin kuştin.
“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA XABÛRÊ”
LI METÎNA 4 DAGIRKER HATIN KUŞTIN
Çavkaniyên herêmî her wiha ji Metîna jî agahiyên dawî têkildarî çalakiyên gerîlayan ragihandin.
Gerîlayan bi çalakiyeke bi bandor dagirkerên li ser Girê Şehîd Serhat ê navbera Zendûra û Derarê kirin hedef.
Di vê çalakiyê de jî 4 eskerên Tirk hatin kuştin.