ROJA ŞEHÎDÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ
RÊVEBERIYA XWESER 25 Ê NÎSANÊ ROJA ŞEHÎDAN ÎLAN KIR
Rêveberiya Xweseriyê bi daxuyaniyekê şehîdên Qereçoxê bibîranîn û got:
Ji bo bîranîna şehîdên leheng û li ser bingeha şopandina rêya wan, wek Rêveberiya Xweser, em roja 25`ê Nîsanê wek ‘Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” radigihînin.
Em ê her tim şopdarên wan bin û wê vîna xwe ji mîrasa wan a leheng re bigirin.
Bi vê hêz û vînê em êherêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û hêviyên gelê xwe yên azadiyê û demokrasiyê pêk bînin.