ŞERÊ 9 ROJAN Ê ZAPÊ YÊ 21-29’Ê SIBATA 2008’AN
WÊ ROJÊ JÎ PIŞTÎ HEVDÎTINA BI AMERÎKAYÊ RE TEVGERA DAGIRKERIYÊ DEST PÊ KIRIBÛ
21’ê Sibata 2008’an dewleta Tirk li dijî herêma Zapê dest bi tevgereke berfireh a dagirkeriyê kiribû.
Amadekariyên vê tevgera qirker 5’ê Mijdara 2007’an dest pê kiribûn.
Şefê rêjîma faşîst Tayîp Erdogan bi serokê wê demê yê Amerîkayê Cor Bûş re axivî bû û pîlan amade kiribûn.
Amerîkayê jî bi awayekî aktîf piştgirî dabû vê tevgera dagirkeriyê.
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li hemberî vê pîlana qirêj berxwedaneke mezin kiribûn.
Şerê 21’ê Sibatê dest pê kirî tam 9 rojan dewam kir.
Artêşa dewleta Tirk derbên dîrokî ji gerîlayan xwaribû.
Armanca vê tevgerê tinekirina PKK’ê û avakirina herêmên tampon bû.
Artêşa dagirker a derbeke giran xwarî ji Zapê vekişiya.
125 esker hatin kuştin.
Helîkoptereke kobra ya artêşa Tirk hat xistin.
23’yê Nîsanê jî dewleta Tirk li dijî Zapê, Metîna û Avaşînê dest bi tevgereke berfireh a dagirkeriyê kir.
Ya balkêş ew e, ku ev tevgera dagirkeriyê piştî hevdîtina Tayîp Erdogan û serokê niha yê Amerîkayê Co Baydin dest pê kir.