ŞEHADETA SÎNAN MÎRXAN
HBDH’Ê BI DAXUYANIYEKÊ EW BI BÎR ANÎ
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û di heman demê de endamê xwe Sînan Dersim bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Endamê Komîteya me ya Rêveber Hevrê Sînan Dersim 27’ê Cotmeha 2020’an bû nemirek.
Bila serê gelên me, malbata hêja ya hevrêyê me, Hêzên Şoreşê yên Yekbûyî saxbe.
Ked û cihê Hevrê Sînan a di têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ya Tirkiyê û Kurdistanê de mezin e.
Wî berpirsiyarî û erkên mezin di nava HBDH’ê de hilgirtin ser milên xwe.
Ji bo hemû pêdiviyên şoreşa yekbûyî şev û roja xwe kir yek.
Hin caran bi çapemeniyê re eleqedar bû û hin caran jî bi çalakiyên leşkerî re.
Ji bo perwerdeya şervanekî roj û hefteyên xwe dan.
Di daxuyaniya HBDH’ê de hat destnîşankirin, ku Sînan Dersim kesê herî zêde ji bo afirandina bingeha pratîka têkoşîna yekbûyî xwedî hewldan bû.
Û wiha hat gotin:
Timî li pey nûbûnê û bersiva pirsgirêkên di roja me de bû.
Li cem her hevrêyê xwe yê pê re eleqedarbûyî, bîranînên germ û rûkenî hiştin.
Em li ber bîranîna wî ya şoreşgerî bi hurmet bejna xwe ditewînin.
Di şexsê wî de soz didin tevahiya nemirên xwe ku em ê bigihîjin hedefa xwe.
Û Şoreşa Yekbûyî ya xeyala tevahiya hevrêyên me yên nemir bû, bi ser bixin.
Em ê hesabê hevrêyên xwe ji desthilatdariya faşîst qat bi qat zêdetir bipirsin.
Ev yek teqez e, ku wê Şoreşa Yekbûyî ji Sînanekî bi hezaran Sînanî biafrîne û li ser dilê dijmin bibe xencerek.