Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîfa El Wetanî li Qamişloyê êrişî Hêzên Ewlehiyê kir

 

DÎFA EL WETANÎ ÊRIŞÎ HÊZÊN EWLEHIYÊ KIR
HÊZÊN REJÎMA ŞAMÊ BI DEWLETA TIRK RE HEMWEXT ÊRIŞ KIR

Bi êrişên dewleta Tirk re rejîma Sûrî jî zextên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirine.

Rejîma Şamê rê nade ku alîkarî, pêdiviyên jiyanî û sotemenî, derbasî heremê bibin.

Hemwext bi vê siyaseta dorpêçkirinê, li bajarên Hesekê û Qamişlo jî rêjîm di nava hewldanên provokatîf de ye.

Vê yekê jî bi rêya pêxwasên xwe yên binavê Dîfa El Wetanî dike.

Çeteyên Dîfa El Wetanî şevê din li Qamişlo êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana El-Wehde kir.

Di êrişê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Hacî şehîd bû..

Piştî vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi awayekî xurt bersiv dan çeteyan û şerekî giran qewimî.

Şerê ku şevê din dest pê kir îro jî dewam kir.

Nûçegihana me Hêvîn Ehmed li taxa Teyî rewşa dawî şopand û ragihand.

Li gorî agahiyên hevala me Hêvîn Ehmed, heta niha 10 bendên kontrolê yên çeteyan ketine kontrola Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Her wiha 13 çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûn..

Çeteyên ku tengav bûne bê ser û ber malê sivîlan gullebaran dikin.

Bê guman, ev tevgerên prokovatîf ên rêjîma Sûrî û pêxwasên wê ne nû ne..

Beriya niha jî ji bo xerakirina aramiya di navbera gelan de hem li Qamişlo û hem jî li Hesekê gelek caran êriş pêk anîbûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv