Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Qeyûmên dewleta tirk a dagirker li bajarên kurdan talan û diziyê dikin

 

RÛYEKÎ DIN Ê DAGIRKERIYÊ QEYÛM
QEYÛM LI BAJARÊN KURDAN TALAN Û DIZIYÊ DIKIN

Qeyûmên hikûmeta tirk li bajarên kurdan pergaleke xwe dispêre talan û diziyê ava kirine.

Qeyûmê Wanê di ber xebatên rêya hawîrdorê de li şûna ku mal û erdên mirovan bikire, bi zorê wan dike yê cemaweriyê, bêyî ji xwediyan bipirse, kesên din dike şîrîkên erd û malê wan.

Şêniyên ku qeyûm dest daniye ser mal û erdên wan dibêjin, bêyî ku bi xwediyên milk bişêwirên hinên din dikin şirîk ku ev jî di siberojê de wê wan bike dijminên hev.

Piştî qeyûmê Mêrdînê Mustafa Yaman ji ber zêde teşhîr bû ji peywirê hat girtin.

Li şûna wî Mahmût Demîrtaş weke walî û qeyûm tayînî Mêrdînê hat kirin.

Demîrtaşê dagirker ji bajarên Tirkiyê peyayên AKP’ê anîne û di şaredariyê de bi cih kirine.

Demîrtaş dema cigirê xwe Murat Suzen kiriye Sekreterê Giştî yê Şaredariyê.

Cebraîl Aslanê ku berê li Şaredariya Altindaga Enqerê dixebitî jî daniye ser Daîreya Karên Fenê û Daîreya Parastin û Kontrolkirina Hawirdorê.

Ertan Taşdemîr ê polîs daniye ser Daîreya Gihandinê.

Şahîn Arpag ku bi nelirêtiyên xwe yên li Zanîngeha Artukliyê navê wî derketibû kiriye Serokê Daîreya Îştîrakan.

Ev lîste dirêj dibe. Qeyûm kesên li miftîtî, walîtî û emmniyetê kar dikin bi pozîsyonên cuda di şaredariyê de jî bi keys kirine.

Nelirêtî, talan û diziyên peyayên AKP’ê bi Wan û Mêrdînê bi sînor nîn in.

Li Mûşê jî şaredarê AKP’ê zeviya ji 3 hezar 809 metreqarê pêk tê û li Taxa Kultur a navênda bajêr weke qada parkê tê bikaranîn, dewrî Şîrketa Xizmetê ya Paqijiyê kir.

Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’î li dijî biryarê serî li Dadgeha Îdarî ya Herema Wanê jî da.

HDP’iyan di serlêdanê de ev tişt gotin: Dive ev qad ji bo ku gel sûdê jê bigire bên bikaranîn. Ji ber vê yekê bi awayekî tîcarî bikaranîna zeviyê ne guncaw e. Em dixwazin ev biryar bê betalkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv