Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana girtiyên azadiyê 135 rojê xwe tijî kir 10.04.2021

 

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
BERXWEDANA GIRTIYÊN AZADIYÊ 135 ROJÊ XWE TIJÎ KIR

Ji bo azadiya fizîkî ya rêber APO û hilweşandina faşîzmê ji 27’ê Mijdara 2020 ve girtiyên azadiyê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne.

Berxwedana wan tam 135 rojên xwe tijî kir.

Girtiyên li zindana Mêrdînê bi rêya malbatên xwe peyam şandin û biryardariya xwe ya serketinê anîn ziman.

Beşek ji peyama girtiyan wiha ye.

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
“AZADÎ NÊZ E, DIVÊ GELÊ ME LI HER QADÊ LI BER XWE BIDE”

Armanca çalakiya me hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û afirandina şert û mercên azad ên rêbertiya me ye.

Ji bo em bigihîjin aramanca xwe çi ji destê me were em ê bikin.

Em ê kêliyek jî dest ji vê daxwaza xwe bernedin.

Berxwedana me ji Mazlûm, Xeyrî û Kemalan dewr girtiye emê mezin bikin û serbikevin.

Divê gelê welatparêz ê Kurdistanê jî bi vê baweriyê bibe hevparê vê kêliya dîrokî.

Li ser vê esasê bang li temamê gelê Kurd dikin ku li her qadê bibin dengê berxwedana li zindanan.

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
EZ BI KURÊ XWE SERBILIND IM, DIVÊ DAXWAZÊN WAN BI CIH BÎNIN

Malbatên girtiyan yên ji rewş û siheta zarokên xwe bi fikar in jî bang dikin da ku bêdengî bê şikandin.

Nîhat Malgaz ji zindana Bandirma ya hejmar 2 a Balikkesîrê beşdarî pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ bûye.

Dayika wî Rahmete Malgaz derbarê rewşa lawê xwe û binpêkirinên li zindanan de axivî.

ZEXT Û ZILAMA LI ZINDANAN
LI ZINDANA AMEDÊ GIRTÎ HATIN DERBKIRIN

Divê navberê de rejîma faşîst zextên xwe yên li ser girtiyên azadiyê zêdekirine.

Hat hînbûn ku gardiyanan bi ser qawişên girtiyên li zindana Amedê Tîpa D’yê de girtine.

Hamdusena Ada yê li zindanê bi malbata xwe re axivî û behsa binpêkirinan kir.

Ada ragihand ku gardiyanan li gel wî gelek girtî derb kirine.

Malbata Ada da zanîn ku ew ê vê zilmê qebûl nekin û banga hêstiyariyê kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv