BÊ EDALETIYA TIRK Û KOMKUJIYA LI DIJÎ ŞENYAŞARAN
DARAZA TIRK DAXWAZA PARÊZERÊN MALBATA ŞENYAŞAR RED KIR
Rûniştina doza ji ber êrişa wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî ya li dijî malbata Şenyaşar, li Meletiyê pêk hat.
Di êrişê de ji malbata Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar û birayê wekîlê AKP’î Mehmet Şah Yildiz miribûn.
Tevî ku ev êriş li ber kamerayan pêk hat û dîmenên êrişkariya AKP’iyan heye, lê ji malbata mexdûr Fadil Şenyaşar hate girtin.
BÊEDALETIYA TIRK Û KOMKUJIYA LI DIJÎ ŞENYAŞARAN
LI FADIL ŞENYAŞAR 37 SAL Û 9 MEH CEZA HAT BIRRÎN
Li ser zextên raya giştî, piştî 15 mehan birayê wekîlê AKP’î Enver Yildiz bi konvoyê çû edliyê û hate girtin.
Lê belê ji kujeran Îbrahîm Yildiz ê derbarê wî de biryara girtinê heye, li Pirsûsê digere û rojane dikeve avahiya şaredariya Pirsûsê.
Ev cihêkarî di îdîanameya dozê de jî heye.
Dozger ji bo Fadil Şenyaşar, 8 caran muebet xwest.
Parêzerên Malbatê der barê dozê de îşaete bi delîl û şahidiyan kirin û xwestin dosyaya dozê tevî lêpirsînê were berfirehkirin.
Heyeta Dadgehê daxwaza parêzeran red kir û navber da rûniştinê.
Piştî navberê parêzerên malbatê xwestin Fadil şenyaşar ku ji aliyê xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû birîndarkirin û bi birîndarî hatibû girtin, were beratekirin.
Dadgêran piştî navberê biryara xwe dan û 37 sal û 9 meh cezayê girtîhegê da Fadil şenyaşar.
Dadgêran her wiha cezayeke weke xelat dan kujerê malbata Şenyaşar Enver Yildiz.