HEWILDANÊN DAGIRKERIYA TIRK
ŞERVANÊN QSD’Ê BERSIVÊ TUND DIDIN
Li gor nûçeyên ajansa ANHA’yê komên çete bi piştevaniya artêşa tirk ve êriş birin ser gundên Rîhaniyê û Dirdara yên navçeya Til Temir ê.
Meclisa Leşkerî a Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da van êrişên komên çete.
Di encama êrişan 3 çeteyên dagirkeriya Tirk hatine kuştin û erebeyeke leşkerî hate rûxandin.
Di van demê dewaî de êrişên artêşa tirk û komên çete li ser herêmê zêde bûne.
Di van êrişan de herî zêde sivîl zerarê dibînin.