LI MARSÎLYA ÊRIŞA POLÎSÊN FRANSÎ
NCDK Û MALÊN KURDAN DI HEDEFA ÊRIŞAN DE BÛN
Serê vê sibê polîsên Fransî li Marsîlyayê li dijî Kurdan dest bi êrişekê kirin.
Gelek polîsan bi awayekî hemwext êrişî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê kirin.
Her wiha avêtin ser gelek malan û deriyên wan jî şikandin.
Li gorî agahiyên dawî di encama serdegirtinan de zêdetirî 10 Kurd hatine binçavkirin.
Li Marsîlyayê gel li ber navenda xwe dest bi çalakiya rûniştinê kir.