EDÎTORÊ ROJNAMA ŞEMSNEWS MUHSÊN EWEDELLAH:
ÎNSIYATÎFA EREB A JI BO AZADIYA OCALAN ÇIMA Û ÇAWA AVA BÛ?
Muhsên Ewedellah sedema tevlibûna xwe ya bo însiyatîfê wiha eşkere dike:
Ev însiyatîf li dijî zexta desthilatiya rejîma tirk a 22 sale li kesayetekî girtî dike, radibe
Ji bo pirsên Însitafîf çawa ava bû, armancên wê çi nin, Muhsên Ewedellah van bersivan dide:
Li Misrê di encama gotûbêjên navbera komek reşwenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên Misrî de fikra avakirina înfiyatîfê çêbû.
Di van gotûbêjan de em gihîştin fikrekî hevpar ku em di vê mijarê de bibin xwedî rol û ji bo vê yekê lobiyekê ava bikin, da ku zextê li Tirkiyê bikin, dawî li destdirêjî û binpêkirinên li dijî gelê Kurd û Abdullah Ocalan bîne.
Muhsên Ewedellah îşaret bi têkiliya di navbera ereb û kurdan de jî dike û dibêje;
Însiyatîfa ku ji Misrê dest pê kiriye û ronakbîr û çalakvanên Ereb beşdarî wê bûne, xurtbûna têkiliya di navbera gelên Ereb û Kurd de nîşan dide.
Însiyatîf hewl dide bibe pireke nû di navbera gelê Kurd û Ereb de, wan bîne gel hev.
Ev însiyatîf hewl dide fikr û felsefeya Abdullah Ocalan ku dîwarên Îmraliyê derbas kiriye, li seranserê cîhanê belav bûye, azadîxwazan ber bi xwe ve dikişîne, baştir nas bike.
Rojnamevan Ewedellah diyar dike ku li gel însiyatîf nû hatiye avakirin jî di nava gelê ereb de deng vedaye û eleqeyeke mezin jê re heye.
Muhsên Ewedellah der barê xebatên ji bo azadiya Rêber Apo de jî dibêje;
Ji bo bidawîanîna tecrîdê ev însiyatîfa Erebî tenê destpêkek e.
Dibe ku Ocalan di zîndanê de li dijî siyaseta parçekirin û dagirkeriyê ya Tirkiyê, bibe wesîleyeke yekgirtina rasterast a Kurd û Ereb.