ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
DEWLETA TIRK LI GARÊ LI DÎWARÊ BERXWEDANA GERÎLA KET Û TÊK ÇÛ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, di bernameya Rojeva Welat a televîzyona me de mijarên di rojevê de nirxand.
Sabrî Ok destpêkê di şexsê Şoreş de 15 şehîdên Garê bibîr anî û bi berfirehî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Garê nirxand.
Sabrî Ok bibîr xist ku dewleta li Garê li dîwarê berxwedana gerîla ket û têk çû.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
DI DÎROKA ŞOREŞA ME DE GARÊ WEK SERDEMEKE NÛ WÊ BÊ NÎQAŞKIRIN
Derbarê bandora Garê ya li ser şoreşa Kurdistanê de jî Sabrî Ok got; Garê serdemeke nû ye.
Sabrî Ok diyar kir ku Erdogan di 18 salên desthilatiya xwe de cara yekê ye têkçûna xwe qebûl kir.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
SIYASETA AKP’Ê XWE DISPÊRE DAGIRKERÎ Û QIRKIRINÊ
Mijareke din ku Sabrî Ok li ser sekinî jî êrişên qirkirina siyasî yên li ser HDP’ê bûn.
Li dijî van êrişên rejîma Faşîst Sabrî Ok, diyar kir ku wê bereya antî-faşîst têkoşîna xwe xurttir bike.