CIVÎNA KOMA HDP’Ê
MÎTHAT SANCAR: ÊRIŞ Û GEFÊN LI DIJÎ ME, WÊ HDP’Ê MEZINTIR BIKIN
Li Meclîsa Tirkiyê HDP’ê civîna koma xwe li dar xist.
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di civînê de axivî.
Destpêkê bal kişand ser kampanya “bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” ya Platforma Ziman û Çanda Kurd dayî destpêkirin:
Her kesê zimanê xwe Kurdî an jî zimanekî din be, weke erkeke piştgiriyê divê îmze bide kampanyayê.
Bang li her kesî dikim, ku beşdarî vê kampanyayê bibin.
Hevserokê HDP’ê li ser rasthatina salvegera darbeya 2’yê Adara 1994’an a li dijî DEP’ê jî bal kişand ser êriş û gefên îro li dijî wan tên kirin.
Îro jî ji bo kesên di şexsê HDP’ê de hewl didin îradeya gelê Kurd û tevahiya bindestan bifetisînin, wê bersiva me ev be:
Li dîrokê vegerin û baş lê binerin.
Kesên bi şarezayî dikarin li neynika dîrokê binerin, wê bibînin ku HDP ji vê pêla êrişan û tarîtiyê bi awayekî xurttir wê derkeve.
Hevkara biçûk a desthilatdariyê dîsa gefên girtinê li zimanê xwe digerîne.
Em jî dîsa dibêjin, hewldana girtina HDP’ê wê wan biçûktir û me mezintir bike.
Bila bitirsin… Ji ber ku HDP bi hêvî û biryardarî dimeşe û bi mezinbûnê wê meşa xwe bidomîne.
Bêyî bi derengî bikeve jî wê HDP bibe hevpara rêveberiya vî welatî.