CEZAKIRINA ROJNAMEGERÊN BEHDÎNAN
“BIRYARA DADGEHA HEWLERÊ SIYASIYE, NE HIQUQÎ YE”
Piştî 6 mehên binçavkirinê Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan di 16’ê Sibatê de derketin pêşberî dadgeha Hewlerê.
Ji bo 5 rojnameger û çalakvanên li herêma Behdînan hatibûn girtin, dadgehê bi îdîaya “sîxûrî û hewldana ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê” ceza li rojnameger û çalakgeran birî.
Belgeyên li ber destê dadgehê jî tenê axaftinên li ser medya dijîtal ên di navbera wan rojnamegeran de bû.
Li gorî jimara 35 a sala 2007’an a yasaya rojnamegerî ya Herêma Kurdistanê, di lêpirsînên cezayî de, nabe belgename û zanyariyên rojnamegerî weke belgeyê sûc bên bikar anîn.
Piştî dadgehê ceza li rojnamegeran birî û şûn ve, saziyên mafên mirovan û rojnamegran ev biryar bi tûndî şermezar kirin.
Li ser mijarê parêzer Peyman Îzedîn diyar kir ku ev peymana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara pêşwext e.