ŞEHADETA SEÎDA FEYSEL EL HERMAS Û HIND LETÎF EL XIDAR
DI OPERASYONA LI DIJÎ KUJERAN DE 87 ÇETE LI HERÊMA DÊRAZORÊ HATIN GIRTIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên operasyona li herêma Dêrazorê û tevî dîmenê wê eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
Ji bo tolhildana her du jinên şoreşger Seîda Feysel El Hermas û Hind Letîf El Xidar û ji bo pêşî li rêxistinbûyîna DAIŞ’ê were girtin, 4’ê Sibatê bi beşdariya hêzên QSD, YPG, YPJê û Hêzên Ewlekariya Hundûrîn li herêma Dêrazorê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.
Ev operasyon 14’ê Sibatê bi dawî bûye.
Di encama operasyonê de Ebrehîm Abd El Razzaq Hitler ê kujerê her du jinan jî di navê de 87 çete hatin girtin.
Li herêma Dişîşa her wiha tûnêlek DAIŞ’ê jî hat dîtin.
15 çekên AK-47, 8 demançe, 4 çekên sekvanî, 5 tifing, çekek sînopal, 2 bombe û 2 mayîn jî hatine bidestxistin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi operasyonê derbeke giran li hewldanên jinûve xwekomkirina ser hev a DAIŞ’ê hatiye xistin û bi awayekî serketî bi encam bûye.