KURDÊN SARATOVÊ
KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ŞERMEZAR KIRIN
Kurdên li bajarê Saratovê dimînin bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê civînek li darxistin.
Civîn li Mala Çandê pêk hat û gelek kes tevlî bûn.
Serokê Otonomiya Kurd a Krasnî Kût Ramazan Bûdakov û bi navê Meclîsa Jinê Fatma Kadîrova û Zere Şamoyan di civînê de axivîn.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke reş e û komploya navnetewî hîn jî dewam dike.
Her wiha di civînê de hat diyarkirin ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê dewama komploya navnetewî ye û hêzên li pişt tecrîdê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd li pey konsepta tunekirinê ne.
Di civînê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û nokerên wan hatin şermezarkirin.
Ji bo azadiya Rêber Apo jî banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.