LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ
SIYASETMEDARÊN JI BAŞÛR LI DIJÎ ÊRIŞAN BANGA YEKDENGIYÊ KIRIN
Derbarê êrişkariya dewleta tirk a li dijî Garê siyasetmedarên Başûrê welat nerazîbûn nîşan dan.
Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku divê hemû alî ji bo rawestandina van êrişan rabin.
Dr. Mehmûd Osman eşkere kir ku armanca van êrişan Başûrê Kurdistanê ye û wiha got:
Ev êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê ne, sînor û serweriya wê derbas dike
Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê weke valahiyekê dibîne.
Îtirafê bi Herêma Kurdistanê nake. Lewma malê xwe dibîne û di hemû aliyan de êriş dike.
Li aliyê din aktîvîst Îbrahîm Feyzûla yê ji Ranyayê jî derbarê êrişê de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ji bo dagirkerina Başûrê Kurdistanê û tinekirina gelê Kurd e.