DAXWAZE ENQERÊ JI WASHINGTONÊ:
ALÎKARÎ NEDE KURDAN EZ Ê DEV JI S-400’AN BERDIM
Rêjîma tirk di berdêla şerê li dijî Kurdan de, amade ye dest ji gelek tiştên xwe berde..
Ji xwe bûyerên ku di nava 3 salên dawî de li Sûrî rûda nîşaneya vê yekê ne..
Lewma rêjîma ku balafira rûsan xiste xwarê, di berdêla dagirkirina Efrînê de heta jê hat tawîz dane Putîn..
Êrişa li dijî Girê Spî û Serêkaniyê ku di encama hevkariya Erdogan û Trump de pêk hat, heman tişt bû..
Dewleta Tirk piştî ku armancên xwe li van deveran bicih anîn, niha dixwaze hê zêdetir êrişî Kurdan bike û herêmên wan dagir bike..
Ji bo vê jî lazime rêjîma Erdogan di hin mijarên stratejîk de gavan paşde bavêje û rêveberiya Amerîkayê qanih bike..
Di vî warî de mijara herî guncav jî fuzeyên S-400 e.
Hêj heftiya derbasbûyî Sefîrê Amerîkayê David Satterfield ku ji ragihandina tirk re axivî got:
Wê polîtîkaya Washingtonê ya xebata bi hêzên kurd re neguhere û heke dewleta tirk dixwaze Amerîka ambargoyan rake divê dewleta tirk dev ji S-400’an berde.
Bloomberg li ser vê mesele agahiyên ku hin çavkaniyên Tirk dane wan parve kir.
Li gorî vê, di berdêla ku êdî Waşîngton alîkariyê nede YPG’ê, Tirkiyê diyar kiriye ku ew di mijara fuzeyên S-400 de amade ye gavan paşde bavêje..