TEVGERA DAGIRKERIYÊ LI DIJÎ GARÊ
HPG: 3 SAETAN GUND Û QADÊN GARÊ DEHÊ CARAN HATIN BOMBEKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê têkildarê êrişa dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk li dijî Garê dayî destpêkirin ev agahî dan:
10’ê Sibatê saet 3’yê şeveqê, artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Garê dest bi êrişeke berfireh kir.
Heta 6’ê şeveqê gundê Guzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Yekmalê û Kanîsarkê û qadên wan, qadên Deşta Kafya û Deşa Nehlê bi balafirên şer û bê mirov dehê caran hatin bombekirin.
TEVGERA DAGIRKERIYÊ LI DIJÎ GARÊ
HPG: LI GUNDÊ SIYANÊ HÊZÊN ME ŞERÊ DAGIRKERAN DIKIN
Bi awayekî hemwext dora gundên Yekmalê û Siyanê bi helîkopterên kobra hatin bombekirin.
Bi bomberdimana helîkopterên kobra û balafiran re dagirkeran bi helîkopteran xwe danîn gundê Siyanê.
Li vê derê di navbera hêzên gerîla û dagirkeran de şer qewimî û didome.
TEVGERA DAGIRKERIYÊ LI DIJÎ GARÊ
HPG: DAGIRKER Û HELÎKOPTERÊN ARTÊŞA TIRK JI MILÊ BAŞÛR VE HATIN Û DEST BI ÊRIŞÊ KIRIN
Helîkopterên kobra û skorsky bûn hedefa hêzên me û paşê ji herêmê dûr ketin.
Dagirker, helîkopterên wan ên kobra û skorsky ne ji Bakurê Kurdistanê, ji xeta Başûrê Kurdistanê dest bi êrişa li dijî Garê kirin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
HPG: HÊZÊN ŞEHÎD DELAL AMED ÊN PARASTINA HEWAYÎ LI DAGIRKERAN DAN
Di daxuyaniya HPG’ê de her wiha têkildarî çalakiyeke hêzên gerîla ya li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker ev agahî hat parvekirin:
9’ê Sibatê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye rabûn.
Hêzên me dagirkerên li ser girê Mêrganîş ê navçeya Colemêrgê Çelê bi amûrên hewayî kirin hedef.
Hêzên me bi îsabet li hedefên xwe dan û çalakî bi serketî pêk hat.