KAMPANYA HDP’Ê YA “DESTPÊKÊ EDALET”
DETAYÊN KAMPANYAYÊ HATIN EŞKEREKIRIN
Berdevka HDP’Ê Ebrû Gunay, li Enqere navenda giştî ya partiya xwe, naveroka kampanya HDP’ê’ ya “Destpêkê Edalet” ragihand.
Ebrû Gunay diyar kir ku ji bo bêedaletiya AKP’ê teşhîr bikin û di dewsa wê de jiyaneke nû ava bikin, bi dirûşma “destpêkê Edalet” dest bi kampanya xwe kirine.
KAMPANYA HDP’Ê YA “DESTPÊKÊ EDALET”
BERDEVKA HDP’Ê EBRÛ GUNAY: LI HER QADÊN JIYANÊ BÊ EDALETÎ HEYE
Berdevka HDP’ê destnîşan kir ku li cihekî edalet tune be, wê hiqûq, demokrasî jî tune be got:
Pêdiviya gelên Tirkiye berî her tiştî bi edaletê heye. Tevî kesên ku dengên xwe dane AKP û MHP’ê herkes di wê baweriyê de ku li vî welatî edalet nemaye. Ji ber vê yekê em dibêjin êdî bes e.”
Ebrû Gunay bi bîr xist ku AKP hemû aliyên li ber wê serî natewînin weke terorîst bi nav dike û li dijî wê ev bang kir:
“Divê di serî de jin û ciwan hemû beşên civakê ji bo edalet, demokrasî û wekheviyê mil bi mil têbikoşin û piştgirî bidin kampanyaya me”.
KAMPANYA HDP’Ê YA “DESTPÊKÊ EDALET”
LI HEMÛ QADÊN KU BÊ EDALETÎ LÊ HEYE ÇALAKÎ WERIN MEŞANDIN
Ebrû Gunay, di dawiyê de plansaziya çalakiyên kampanyayê eşkere kirin.
Beşeke çalakiyên pêk bên wisa ne:
Wê li Enqere, Stenbol û Wanê li dijî bê edeletî bimeşin.
Li dijî polîtîkayên zayendîperest û nijadperest û dijberî jinan çalakî pêk bên.
Ji bo maf û daxwazên girtiyan li pêşiya girtîgehan daxuyanî bên dayin.
Di 15’ê sibatê de bi dirûşma “Ji tecrîdê re na, ji bo jiyanê edalet” meşan pêk bînin.
Di çarçoveya 8’ê Adarê û Newrozê de çalakiyên girseyî pêk werin.